
Her wiha çeteyên dewleta Tirk li navçeya Şiyê ya Efrînê jî di nav de jinek û zaroka wê, 8 sivîl revandin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Silêman Şah ku bi navê Emşat tên naskirin, ji navçeya Şiyê di nav de jinek û zaroka wê 8 sivîl revandin.
Sivîlên hatin revandin jî ji gundê Enqeleyê ne.
Çavdêriyê tekez kir ku revandin bi awayekî hovane ku çeteyan di nîvê şevê de bi ser gund de girtin û her 8 sivîl revandin.
Hat ragihandin ku heta niha jî çarenûsa van sivîlan ne diyar e.