DYA bersiva êrîşa Îranê li ser baregehên Emerîkî yên li Iraqê bi cezayan da.
Emerîka gurzeke cezayên nû li dijî 8 berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê ferz kir.
Wezareta Gencîneyê ya Emerîkî li ser malpera xwe navên berpirsên Îranê ku ceza li wan hatiye birîn belav kir, ew jî ev in:
Emîndarê konseya ewlekariya netewî ya bilind a Îranê, Elî Şemxanî
Fermandarê Hêzên Pasîc a girêdayî Heres El-Sewrî, Xulam Rida Suleymanî
Emîndarê konseya çavdêriya berjewendiyên Îranê, Muhsin Rida’î
Alîkarê Fermandarê Heres El-Sewrî, Mihemed Rida Neqdî
Cîgirê Serokerkanê Artêşa Îranê, Mihemed Rida Aştiyanî
Cîgirê Serokerkanê Artêşa Îranê bo karûbarên hevahengiyê Elî Ebdillahî
Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Şoreşa Îranê bo karûbarên ewlehiyê, Elî Esxer Hîcazî
û Cîgirê Rêberê Bilind ê Şoreşa Îranê bo karûbarên navdewletî, Mihsin Qewmî
Wezîrê Gencîneya Emerîkî ragihand ku, destê kesên navborî, di têkbirina ewlehiya herêmê de û êrîşa li ser baregeha de Eyn El-Esed heye.