HDK’ê: divê keşîşê Suryan Sefer Belîcan Demildest bê berdan

Dewleta Tirk Keşîşê Dêra Mor Yakûp Sefer Belîcan bi îdîaya ku alîkarî daye rêxistinê girt.
Meclisa Gelan û Baweriyan a HDK’ê têkildarî girtina Keşîşê Suryan nerazîbûn nîşan da û diyarkir ku bi van girtin û binçavkirinan dixwazin Suryaniyan bêdeng bikin û herêmê vala bikin.

Keşîşê Dêra Mor Yakûp Sefer Belîcan (Aho) duh li Mêrdînê bi hinceta ku alîkarî daye rêxistinê hate girtin.

Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk-HDK’ê bi daxuyaniyeke li dijî girtina Keşîşê Suryan Sefer Belîcan nerazîbûn nîşan da.

HDK’ê di daxuyaniya da de wiha got:

“Ev operasyon ji bo tirsandin û helandina kesên Suryanî yên dixwazin vegerin ser axa xwe pêk hat. Ev parçeyek ji siyaseta valakirina herêmê ye.”

HDK’ê di daxyaniya xwe de xwest ku ji bo yekbûna gelan û aştiyê, Keşîş Sefer Belîcan demildest were berdan.

SEROKÊ YEKITIYA SURYANIYAN: BI VAN OPERASYONAN VE DIXWAZIN SURYANIYAN BITIRSÎNIN

Herwiha Serokê Yekitiya Suryaniyên Mêrdînê Yûhanna Aktaş jî li dijî girtina Keşe Sefer Bîleçen nerazîbûn nîşan da.

Aktaş diyar kir ku bi van operasyonên bi hincetên derew dixwazin Suryaniyan bitirsînin û teslîm bigirin û got, “Em vê yekê qebûl nakin. Divê keşe were berdan.”

Leave a Reply

Back to top button