Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî serdana Hewlêrê û Silêmaniyê kir û bi serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpisên hikûmetê re civiya.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku îstifa kiriye, li gel Wezîrê Darayî Fuad Hisên û komek berpirsên hikumeta Iraqê hate Hewlêrê.
Li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Ebdulmehdî destpêkê li gel Nêçîrvan Barzanî û şandeya pêre civiya.
Piştre jî li gel Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubat Talebanî û hinek wezîran re hate cem hev û paşê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re rûnişt.
Serokatiya Herêmê têkildarî hevdîtina Ebdulmendî û Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa Iraq, aloziyên di navbera Emerîka û Îranê, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareserkirina wan hatin guftûgokirin.
Adil Ebdulmehdî pişî rêzehevdîtinên wî yên li Hewlêrê, berê xwe da Silêmaniyê.
Ebdulmehdî li balafirxaneya Silêmaniyê ji aliyê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê Qubad Talebanî û rayedarên YNK’ê ve hate pêşwazî kirin.