Çavuşoglu: em li bende ne ku Hefter şer rawestîn e

Şerê li Lîbyayê ya di navbera Artêşa Niştimanî û çekdarên hikûmeta Wîfaqê ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike dewam dike. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser mijarê got ku ew hêvî dikin ku Artêşa Nistimanî şerê xwe rawestîne. Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku 6 çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser xaka Lîbyayê hatine kuştin. 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu têkildarî rewşa li Lîbyayê ji çepemeniyê re axivî.

Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ew hêvî dikin Rûsya serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter iqna bike ku şerê xwe yê li dijî Hikûmeta Wîfaqê rawestîne.

Tevî ku dewleta Tirk destwerdana şerê Libyayê dike, Çavuşoglu idîa kir ku ji bo çareseriya siyasî li Lîbyayê divê hemû alî beşdar bin û pirsgirêk li cem wan nîne ku Heter jî di nav wan de cîh bigire.

VLADIMIR PUTIN: DIVÊ AGIRBESTEKE LEZGÎN JI BO LÎBYAYÊ PÊK WERE

Têkildarî rewşa Lîbyayê, serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi riya telefonê bi welîhedê Ebû Zebî ya Îmaratê Mihemed Bin Zayîd Al Nihiyan û bi Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemd re axivî.

Putin bi aliyan re li ser encamên hevtîna xwe ya bi Erdogan re ku li Stebolê pêk hatibû, agahî dan û piştgiriya xwe ji bo agirbesteke lezgîn ya li Lîbyayê nîşan da.

Her wiha Putin li Moskowê bi serokwezîra Almanya Angela Merkel re rûnişt.

Piştî hevdîtinê daxuyaniyek çapameniyê ya hevbeş dan û li ser şandina çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Sûriyê ya ji bo Lîbyayê diyarkirin ku ev tiştekî pir metirsîdar e.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: 6 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ HATIN KUŞTIN

Li aliyê din ve, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 6 çeteyên girêdayî dewleta Tirk yên ji Sûriyê li ser xaka Lîbyayê hatine kuştin.

Li gorî çavdêriyê 3 ji çeteyên hatîn kuştin ji koma bi navê “Lîwa El-Mutesim” in, hersêkê din jî ji koma “Sultan Murad” in û cenazeyên wan gihiştine Sûriyê.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku hejmara çeteyên dewleta Tirk yên şandine Lîbyayê gihiştiye hezarî.

Leave a Reply

Back to top button