Trump bo gelê Îranê: em nahêilin Îran komkujiyan der heqê we de pêk bîne

Serokê Emerîkayê Donald Trump jî destekdayîna xwe ji bo xwepêşandanên Îranê ragihand û got, em ê li kêleka we bin.

Serokê Emerîka Twittek bi zimanê Fraisî belav kir û tê de piştgiriya xwe ji xwepêşanderên li dijî Rêjîma Îranê ragihand.

Trump got, Gelê Îranê yê wêrek ji destpêkê ve êşê dikişîne. Ez û Rêveberiya xwe ji destpêkê ve li kêleka wan in. Wêrekariya we bê hempa ye.

Her wiha Serokê Amerîka hişyarî da Îranê û teqez kir ku ew ê rê nadin Îranê xwepêşandêran bikuje, ya komkujiyan pêk bîne yan jî wan bi riya Interetê wan ji Cîhanê qut bike.

Trump ji Îranê xwest rê bide rêxistinên mafê mirovan ku çavdêriya xwepêşandanan bikin.

Leave a Reply

Back to top button