Desthilatdarên Îranê balyozê Brîtanyayê yê li Tehranê girt

Lu gorî dezgehên ragihandinê, Sefrîrê Birîtaniya yê li Tehranê girtî, hat berdan.

Li gorî wê, sefrîrê navborî beşdarî xwepêşandanên roja şemiyê yên li dijî Rêjmê bûye.

Ajansa Tesnîm ragihand ku piştî çend saatan ji girtinê, bi navbeynkariya Wezareta derve ya Îranê ew hat berdan.

Di heman wextê de jî, Wezareta Derve ya Îranê daxwaza raporekê derbarê girtinê de ji hêzên ewlehiyê kir.

Her wiha Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê Domînîk Rab ev gav bi binpêkirina qanûna navdewletî bi nav kir.

Waşingtonê jî daxwaza Lêborînê ji Tehranê kir.

Leave a Reply

Back to top button