Gêlo Îsa: divê rêjîma Sûrî û rêveberiya xweser danûstdinan bikin

Gêlo Îsa diyar kir ku ji pêşeroja sûrî divê rêjîm û rêveberiyaxweser dest bi danûstandina bikin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got:

Em ji bo bidawîkirina aloziya Sûrî bi rêya lihevkirin û diyalogên hundirîn kar dikin.

Rêveberiya Xweser ji bo parastina sînorên Sûriyê lihvkirina leşkerî bi rêjîmê re pêk anî.

Lê heta niha rejîmê zimanê xwe yê siyasî û nêrîna xwe ji aloziyê re neguhert.”

Gêlo Îsa Şerê li dijî DAIŞ’ê weke mînakek li ser fedekariyên QSD’ê ji bo parastin Sûriyê û gelê wê bibîr xist.

Îsa diyar kir ku rêjîma sûrî divê ji salên şerê li Sûriyê derse bigre û bi Rêveberiya Xweser re ji bo pêşeroja Sûriyê kar bike.

Îsa ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û derxistina dagirkeriya Tirk banga li Rêjîma Sûrî kir ku di diylogên Sûrî-Sûrî cidî be.

Leave a Reply

Back to top button