Jinên DAIŞ’î li kampa Holê agir bi 4 konên kampê xistin

Komeke jinên DAIŞ’î yên li kampa Holê hejmarek ji konên kampê şewitandin.

Komeke jinên DAIŞ’î li kampa Holê vê sibê agir bi 4 konên li beşa 6’an xistin.

Di encamê de 4 kon şewitîn, jinek bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya meydanî ya li kampê.

Der barê bûyerê de, çavkaniyek ji ewlehiya kampê diyar kir ku di şewatê de jineke 60 salî ya sûrî bi giranî şewitî.

Kamerayên çavdêriyê kesê kon şewitandiye şopand û diyar bû ku jinên DAIŞ’î ne.

Lê belê ji ber cilê jinan ê reş zihmete ku yekser û bi lez kesên agir bi konan xistiye bên naskirin.

Bi hewldana vejandina fikra DAIŞ’ê li kampa Holê, sûcên jinên DAIŞ’ê li dijî koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê didomin.

Leave a Reply

Back to top button