Li dijî êrîşên dewleta Tirk Jinên Minbic û gundewarên wê daketin qadan

Dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên dermirovî li Minbicê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hat şermezar kirin.

Jinên Ciwanên yên Minbicê ji bo ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin meşek birêxistin kirin.

Meşa bi slogana “Bi pêşengiya jinên ciwan em ê komployan têk bibin” ji pêşiya avahiya Meclisa Jinan a Minbicê dest pê kir û heta avahiya komîteyan a li rojavayê bajarê qediya.

Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin û tê de bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan Rûa Seto axivî.

Rûa Seto dagirkeriya dewleta Tirk li dijî gelê herêmê şermezar kir û diyar kir ku hemû komployên li dijî gelên bakûr û rojhilatê Sûrî îsrar û hêza wan ya berxwedanê zêde dike.

Piştî Rûa Seto li ser navê Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û gundewarê wê Nesrîn Şêxo jî axivî, giyanê şehîdan silav kir û dest nîşan kir ku ne ji fedekariya şehîdan be evqas destkeftî ne dihatin bidest xistin.

Leave a Reply

Back to top button