Şandeyek ji meclîsên jinên bakurê-rojhilatê Sûriyê, li buroya têkiliyên derve ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi Fermandara YPJ’ê Axîn Nucan û berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de nîqaş li ser rewşa siyasî û leşkerî ya herêmê hat kirin.
Şandeyê balkişand ser rola YPJ’ê di şerê tinekirina DAIŞ’ê û Berxwedana Rûmetê de û dest nîşan kirin ku ne tenê ji bo gelê Kurd, şervanên YPJ’ê ji bo hemû cîhanê bûne sembol.
Fermandara YPJ’ê Axîn Nucan jî, rol û girîngiya xebatên rêxistina meclisa jinên Bakûr-Rojhilatê Sûrî dest nîşan kir û diyar kir ku, ew di eniyên şer de bi rihê Avêsta şer dikin û ber xwe didin û li qada siyasetê bi rihê Hevrîn tekoşîn dikin.
Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah jî bi bîr xist ku serkeftina jinan bi hevkariya aliyên leşkerî, siyasî û diplomasiyê pêkan e û bi vî rengî tu kes nikare vîna wan têk bibe.