Eşîra El-Sade: Bila hemû eşîrên Ereb bibin yek û piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin

Şêxê eşîra El-Sade Hiyaliyîn Şêx Elaadîn bin şêx Ebas diyar kir ku hêzên QSD’ê gelê herêmê bi fedekarî parast û bang li hemû şêxên eşîrên li herêmê kir ku refên xwe bikin yek û piştgiriya bi Rêveberiya Xweser re xurtir bikin.

Şêx Elaadîn Bin şêx Ebas destpêkê şoreşê bi bîr xist û teqez kir ku eger ne ji hêza YPG, YPJ’ê û QSD’ê bûye wê çeteyan ji sînorê Şengalê heta Reqayê dagir kiriba.

Şêxê eşîra Sade Hiyaliyîn îşaret bi aloziya Sûriyê jî kir û dest nîşan kir ku tekane çareseriya aloziya Sûriyê di yekbûna gelê Sûriyê de ye.

Her weha diyar kir ku divê rêz ji mafên hemû pêkhateyan re bê girtin û her pêkhate karibe mafên xwe yên rewa di Sûriyê de bistînin.

Şêx Elaadîn banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirkiyê jî kir û teqez kir ku dijminê yekemîn ê gelê herêmê Erdogan e ku agirê fitneyan li Sûriyê û herêmê pêxistiye.

Şêxê eşîra El-Sade Hiyaliyîn Şêx Elaadîn bin şêx Ebas bang li hemû şêxên eşîrên Ereb ku refên xwe bikin yek û piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.

Leave a Reply

Back to top button