Li Başûrê Kurdistanê, êrişên dagirkeriya Tirkiyê didomin.
Artêşa Tirk îro sînorê parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Îro di nava rojê de, balafirên dewleta Tirk a dagirker sînorê Dêralokê a ser bi parêzgeha Dihokê, bombebaran kirin.
Lê heta niha derbarê zerer û ziyanên êrişê de ti agahî nehatine bidestxistin.
Endamê Rêkxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman destnîşan kir ku duh saet artêşa Tirk bi topan devera gundê Berçê ya girêdayî Nihêlan a navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê, gundê Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Girgaşê ya ser bi Garê ya girêdayî Amêdiyê bombebaran kirin.
Di êrişê de avaiyên du welatiyan hatin wêrankirin.
Rojnews: Ji serê mehê ve 1500 êriş li Başûr û Iraqê pêk hatine
Her wekî Rojnewsê eşkere kir ku ji destpêka vê mehê de dewleta Tirk 1500 êriş li Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk anîne.
Dewleta Tirk 82 kamp û baregehên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê ava kirine ku beşek ji wan zêdetirî 200 kîlometreyan di kurahiya axa Iraqê dene.
Ji bilî van bi dehan xalên çavdêriyê jî hene.



