Fîlmê “Ji bo Azadiyê” li bajarokê Rimêlan hate pêşandan

Fîlmê “Ji bo Azadiyê” li Rojava yekem car hate nîşandan.
Fîlmê ku balê dikşîne ser berxwedana Sûrê ya Amedê, li bajarokê Rîmelanê hate pêşandan û eleqeyeke mezin dît.

Fîlmê “Ji bo Azadiyê” duh li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ya li Rimelanê hate nîşandan.

Tevî şêniyên Girkê Legê û Rîmelanê ji bajarên din jî gelek kes ji bo film temaşe bikin hatin.

Ji ber eleqeya zêde salon tije bû û hin kesên hatibûn li derveyî salonê man.

Fîlmê “Ji bo Azadî” yekem car di mîhrîcana sînemaya navdewletî ya Hindistanê de hate pêşandan.

Her weha paşê li Rusya û Emerîkayê jî hate nîşandan.

Rêveberiya Başûr destûr nedabû ku film li bajarê Silêmanî were pêşandan.

FÎLMÊ “JI BO AZADIYÊ”
ÎRO SAET DI 15.00’AN DE LI QAMIŞLO WERE NÎŞANDAN

Fîlmê “Ji bo Azadî” wê îro piştî nîvro saet di 15.00’an de li bajarê Qamişlo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo were nîşandan.

Fîlmê “Ji bo Azadiyê” ku derhênerê wê Ersîn Çelîk e, ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve li Kobanê hatiye kişandin.

Fîlm balê dikşîne ser berxwedana Sûrê ya Amedê, ku di bin êrîşên giran yên dewleta Tirk de 100 rojan dewam kiribû.

Leave a Reply

Back to top button