Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Sûriyê 8 kes hatin Kuştin.
Li gorî çavdêriyê li taxa Kerem El-Loz a bajarê Humisê çekdarên nenas gule li keçekê barandin û ew kuşt.
Li taxa Eyn El-Xidra ya bajarê Tilkelex ê gundewarê rojavayê Humisê jî kesek ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.
Li bajarokê Şêx Seed ê li rojavayê bajarê Derayê çekdaran ciwanek kuştin.
Her wiha da zanîn ku li nexweşxaneya El Weir ê bajarê Humisê jî cenazeya ciwanekî ku ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin hat dîtin.
Hate destnîşankirin ku li derdora gundê Ebû Herdob ê rojhilatê Dêra Zorê jî cenazeya ciwanekî hate dîtin.
Şêniyan li taxa Bab Şerqî yê li herêma El Ideşeriyê ya Şamê cenazeya zarokekî hat dîtin.
Hate diyarkirin ku ji ber teqînên bermahiyên şer de, li devera Meret Misrîn ê bakurê Idlibê kesek hat kuştin û li çolistana Mehkan ê rojhilatê Dêra Zorê kesek ji ber parçeyên teqîna mayînekê hat kuştin.



