QSD’Ê 4 MAYÎNÊN KU LI SER RIYA REQA-GIRÊ SPÎ BÊ BANDOR KIRIN

Li ser hişyariya şêniyan careke din rê li ber komkujiyeke din jî hate girtin.

Şervanên QSD’ê 4 mayînên ji bo teqemeniyê li nêzî aşê Sexrat ê başûrê bajarê Girê Spî li ser rêya Reqa-Girê Spî hatibûn danîn, bê bandor kirin.

Dema ku Erebeyeke nenas torên gemarê li nêzî aş danîn, ev erebe nêzî nîv seatê ma û piştire çû.

Ji ber vê yekê jî, sivîlên li herêmê ketin gumanê û agahî dan QSD`ê.

Dema ku şervanên QSD`ê dest bi lêgerînê kir û 4 mayîn dîtin û bê bandor kirin.

Heta niha nasnameyên kesên ku mayîn danîne, nehatine naskirin.

LI DIBISTANEKÊ YA BAJAROKA EBÛ HEMAM MIQDAREK MAYÎN BÊ BANDOR KIRIN

Her wiha li Dêrza Zorê jî şêniyan agahî dan hêzên ewlehiyê ku li dibistana bajaroka Ebû Hemam a seretayî madeyên bi guman hene.

Pisporên endizyariya rakirina mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindirîn berê xwe dan dibistanê û miqdarek mayîn ku hatibûn bi cihkirin bê bandor kirin.

Leave a Reply

Back to top button