Duh şandeya DEM Partî çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî.
ÇPiştî şande vegeriya daxuyanî da û nameya ku Rêber Apo ji bo Sirri Sureya Onder şandî jî parve kir.
Piştî hevdîtinê şande vegeriya Stenbolê û li ber nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin daxuyanî da.
Pervîn Bûldan diyar kir hevdîtina ku bi Rêber Apo re kirine 2 saet û nîv dewam kiriye û hevdîtin gelek baş derbas bûye.
Pervîn Bûldan peyama Rêber Apo ya ji bo Sirri Sureyya Onder şandî, parve kir.
Rêber Apo di nameya xwe de ji bo Onder şifaya xêrê dixwaze û wiha dibêje;
Pervîn Pulda: Rêber Apo ji Sirri Sureya Onder şifaya xêrê xwest
“Ez Sirri Sureya Onder 12 salan bi hevre xebitîn. Ew ji Semsûrê ye û Tirkmen e. Nûnertiya kevneşopiya Baba Îshak dike. Hewldana aştiya mezin nîşanî civakê da.
Tişta em dibêjin aştî, genên Anadoliyê û kevneşopiya Tirkmenan mayinde kirin û xistina meriyetê ye. Onder kesayetekî wisa ye. Cewherê Tirkmeniya rast jî ev e.”
Rêber Apo diyar dike ji bo dilsoziya bi Onder re divê hewldanên wî yên aştiyê derbasî pratîkê bê kirin.
Her wiha Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Apo der barê pêvajoyê de bi hêvî ye û xebatên xwe didomîne.
https://anfkurdi.com/rojane/reber-apo-ji-bo-sirri-sureyya-onder-peyam-sand-196679



