Li rojavayê Kobanê dewriya hevbeş dest pê kir

Li rojavayê bajarê Kobanê dewriyeke hevbeş a Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker dest pê kir.
Weke her carê gelê Kobanê bi keviran nerazîbûna xwe nîşan da.

Piştî ku panzerên dewleta Tirk ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê derbasbûn, dewriye dest pê kir.

Dewriya hevbeş tevî du helîkopterên Rusyayê ji 4 panzêrên Rusyayê û 4 panzerên dewleta Tirk a dagirker pêk tê.

Gelê Kobanê jî weke her carê li dijî dewleta Tirk a dagirker bi keviran nerazîbûna xwe nîşan da.

Tê payîn ku dewriye li gundên Çarqelî, Qeran, Dîkmetaş, Xorxorî, Boban, Siftek û Til Şiîr ya nêzî rojavayê bajarê Kobanê bigere û ji heman cihî vegere.

Leave a Reply

Back to top button