Li kantonên Reqa û Tebqayê hemleyên paqijkirinê û belavkirina belavokên hişyariyê li dar ketin.
Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê bi hevkariya Zanîngeha El Şerq hemleyeke paqijiyê û hişyarkirinê da destpêkirin.
Hemle bi dirûşma “Bi hev re ji bo Reqaya paqij û Firateke paqij” pêk tê û di hemleyê de tax, bazar û şûnwarên Reqayê hatin paqijkirin. Tê payîn ev hemle mehekê dewam bike.
Di roja yekem a hemleyê de endamên rêveberiyê, mamoste û xwendekarên Zanîngeha El Şerq tev lê bûn.
Beşdaran kolan û dîwarên derdora cihên arkeolojîk paqij kirin û belavokên hişyariyê li şêniyan belav kirin.
Rêxistinên civaka demokratîk ên kantona Tebqayê hemleya paqijiyê dest pê kir û dê bazar, park, dezgehên giştî û şûnwarên dîrokî bêne paqijkirin.
Endamên Yekitiya Mamosteyan, Yekitiya Karkeran, Yekitiya Pîşekaran, Yekitiya Rewşenbîran, Odeya Pîşesaziyê, Odeya Bazirganiyê û Şaredariya Gel a Tebqayê beşdarî hemleyê bûn.
Hemleyê ji sûka sereke ya bajarê Tebqayê dest pê kir.
Her wiha broşurên hişyariyê hatin belavkirin û pankartên ku şêniyan der barê girîngiya paqijiyê de agahdar dikin, hatin daliqandin.



