Lîderê Rêveberiya Filistînê Mahmûd Abbas bang li Hamasê kir ku bi azadkirina hemû dîlan dawî li şer bîne.
Mahmûd Abbas bal kişand bîlançoya giran kuştî û birîndaran got ku ji bo êrîşê divê ti hincet ji Îsraîlê re neyê dayîn.
Li gorî Îsraîlê, niha li Xezayê 24 kesên dîl hene. Her wiha cenazeyên 35 dîlan di destê Hamasê de ne.
Berlîn, Parîs û Londonê banga rakirina dorpêça li Filîstinê kirin
Her wekî Fransa, Almanya û Brîtanyayê bang li Îsraîlê kirin ku dorpêça li Filîstînê ya ku welatiyên sivîl bi xeteriya ”birçîbûn, nexweşî û mirinê” re rû bi rû dihêle, rake.
Wezîrên Karên Derve yên her sê welatan daxuyaniyeke hevpar dan û bang li Îsraîlê kirin ku ji bo dabînkirina pêdiviyên hemû sivîlan divê tavilê li Xezeyê rêyeke alikariya mirovî veke.
Parastina sivîl a Filîstinê: Sibeha Çarşemê herî kêm 17 kes hatin kuştin
Li aliyê din Parastina Sivîl a Filistînê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên sibeha Çarşemê de li Şerîda Xezeyê herî kêm 17 kes hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan 40 amûrên teknolojîk ên bi armanca êrîşên terorî hatine bikaranîn, îmha kirine.
Îsraîl îdîa dike ku Hamas van amûran bi armanca ”bicihkirina teqemeniyan, kolandina tunelan, birîna têlên ewlehiyê û peydakirina çek û amadekariyên leşkerî yên di bin xirbeyan de” bi kar tîne.



