Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan salvegera qirkirina Ermen û Asûrî-Suryanî û Kildaniyan ku bi destê Împaratoriya Osmanî di sala 1915’an de hate kirin, Şermezar kirin û gotin:
”Em dixwazin qirkirin ji aliyê tevahiya dem û dezgehên pêwendîdar ve bê qebûlkirin.”
KNK’ê derbarê komkujiya 1915’an de daxuyaniyek da û wiha bi lêv kir:
Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915’an de li dijî gelên xwecihî yên Mesîhî (Xiristiyan) ku li cografyaya Mezopotamya û Anatolîya dijîn, qirkirinek mezin pêk anî.
Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku bi dirok û kultura wan ve ji holê rakin qir kirin.
Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkun e bê înkarkirin.
KNK: Divê qirkirina 1915’an bê qebûlkirin
KNK’ê diyar kir ku ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin û got:
Bi wesîleya 110. sala qirkirinê em bang li Komara Tirkiyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih.
Em wek KNK, qirkirina sala 1915’an careke din şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.
HBDH: Me qirkirina Ermeniyan jibîr nekir û em ê jibîr nekin
https://anfkurdi.com/rojane/hbdh-e-me-qirkirina-ermeniyan-jibir-nekir-u-em-e-jibir-nekin-196764
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) jî, têkildarî 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyek da.
HBDH’ê, kesên di 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û ev komkujî weke berhema pergala emperyalîst-kapîtalîst nirxand û got:
Ev qirkirin ji aliyê burjuwaziya Tirk ve bi piştgiriya Almanyayê ji bo desteserkirina mal û dewlemendiyên gelên wek Ermenî, Suryanî, Asûrî, Keldanî û Romî hatiye plankirin.
HBDH’ê, diyar kir ku Qirkirina Ermeniyan ne tenê tinekirina gelan e, di heman demê de destpêka sîstemeke ku bi desteserkirina serwetên wan hatiye avakirin e û wiha anî ziman:
Dewleta Tirk bi înkarê hewl dide komkujiyên berê û yên niha veşêre:
Dîrok nîşan dide ku gelên bê rêxistin bindest in, ji ber vê yekê divê hemû gelên bindest li dijî faşîzm, emperyalîzm û baviksalariyê têkoşîneke hevpar bimeşînin.



