QSD: dewleta Tirk û çeteyên wê agirbestê binpê dike û êrîşan didomîne

QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên êrîş û şerê ku di navbera 9 û 12’ê Çilê de li herêmê pêk hatiye eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li Tirbêspiyê êrîşî cihekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û di encamê de 2 kes şehîd bûn.

QSD’ê careke din destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker agirbestê bin pê dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana hersê rojên dawî eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca berferehkirina dagirkeriya xwe, tevgera balafiran û êrîşên xwe yên li ser herêmên sivîlan berdewam dike.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê, 9’ê Çileyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk benda kontrolê ya Eyn Îsa bombebaran kir û di encamê de sivîlek û endamekî Asayîşê birîndar bûn.

Heman rojê dagirkeran bi obus û çekên giran ji nêzî gundê Hoşan êrîşî rêya M4 kirin. Di vê êrîşê de jî zirar gihişt milkê sivîlan.

QSD’ê diyar kir ku 10 û 11’ê Çileyê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hawanan gundên Erîda, Şorbenîsk û Qîzalî bombebaran kirin û di encamê de mal û milkên sivîlan ziyan dît.

ÊRÎŞÊN DAGIRKER ÊN DEWLETA TIRK
QSD: 2 ENDAMÊN HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN ŞEHÎD BÛN

QSD’ê bal kişand ser êrîşa doh ya li dijî Tirbespiyê jî û da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker duh saet di 13.00’an de li nêzî gundê Dugirê cihekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girtiye.

Hat diyarkirin ku di vê êrîşê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û hejmarek sivîl jî birîndar bûn.

QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe dest nîşan kir ku ji roja ku agirbest hatiye ragihandin heta îro dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîşên xwe didomîne û agirbestê binpê dike.

Leave a Reply

Back to top button