Piştî agirbesta Rûsyayê li Idlibê, agirbesta Tirkiyê jî bibin ket

by ehmad aseed
109 views

Li Idlibê, piştî binketina agirbesta Rûsyayê, agirbesta ku Tirkiyê ragihand jî di roja xwe ya duyemîn de bibin ket.

Rejîma Sûrî li gundewarên Idlibê herêmên çeteyên dewleta Tirk kirin hedef û di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de şerekî giran rû da.

Her wiha Rusya ragihand ku ji bo ku sivîlên li Idlibê derbasî herêmên di bin kontrola rejîmê de bibin, li Idlibê 3 dergeh hatine vekirin.

Li Idlibê agirbestên ku li herêmên bi navê ”Kêm şer” tên ragihandin, yek bi yek bibindikevin.

Piştî agirbesta ku Rûsyayê ragihandibû, herî dawî agirbesta ku dewleta Tirk a dagirker ragihand jî di roja xwe ya duyemîn de bibinket.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rejîma Sûrî bi moşekan herêmên Meret Numan, Tilmisan û gundê Dêr Xerbî yê li gundewarê Idlibê kir hedef.

Her wiha li gundewarê Lazqiyê jî, di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîmê de şerekî dijwar rû da.

Lê der barê encamên şer de heta niha ti agahî nehate dayîn.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
REJÎMÊ LI IDLIBÊ JI BO DERXISTINA SIVÎLAN 3 DERGEH VEKIRIN

Li aliyekî din Rûsyayê ragihand ku ji bo ku sivîlên li herêmên çeteyan karibin derbasî herêmên di bin kontrola rejîmê de bibin, li Idlibê 3 dergeh hatine vekirin.

Navenda Himêmîmê ya Rûsyayê ya li Sûriyê, diyar kir ku ji bo sivîlan li herêmên Ebû Zihûr, Hibêt û El-Hadir ên Idlibê 3 cîh hatine vekirin.

Li gorî agahiyan, heta niha gelek sivîl ji van dergehan derbasî herêmên rejîma Sûrî bûne.

ALOZIYA SÛRÎ
JEFFREY LI GEL CUBÊR CIVIYA Û RAYEDARÊN TIRK ÇÛN RÛSYAYÊ

Hemwextî van şerên giran, nûnerê DYA yê Sûriyê Jeams Jeffrey li gel wezîrê derve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cubêr civiya û bûyerên dawî yên li Sûrî nîqaş kirin.

Her wiha rayedarên dewleta Tirk jî çûn Rûsyayê û mijara sereke ya hevdîtinên li Moskovayê jî Libya û Sûriyê bû.

Di heman demê de şandeyek ji rejîma Sûrî jî çû serdana Îranê.

Çav li rê ye ku piştî vê serdanê, şandeya Sûrî berê xwe bide Moskovayê.