Gier Pedersen daxwaza destpêkirina danûstandinan ji bo beşdarkirina hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoya siyasî de, kir.
Şanderê neteweyî yê ji bo Sûriyê Gier Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ya ji bo Sûriyê de axivî û got:
Yekhelwesta Meclisa Ewlehiyê ya der barê Sûriyê gaveke erênî ye.
Rewşa li perava Sûriyê zehemtiyeke mezin e. Pêdiviya me bi pêvajoyeke siyasî ya giştî li Sûriyê heye.
Pedersen bang li desthilata Şamê kir ku hesabê ji sûcdaran bixwaze û hemû beşên civaka Sûriyê biparêze û wiha anî ziman:
Meclisa Ewlehiyê ji ber hebûna çekdarên biyanî li Sûriyê bi tirs û guman e.
Pedersen da zanîn ku divê rêbazek ji bo danûstandinan were danîn da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoya siyasî de beşdar bibe û got:
Mijara girtina çekan û jihevxistina komên çekdar û ji nû ve tevlêkirina wan, mijareke pir tevlihev û zehmet e.



