Ji bo merasîma cenazeyê rêberê ruhanî yê Katolîkan Papa Francis yê, bi dehan rêberên cîhanê û bi hezaran kes berê xwe didin Romayê.
Li Meydana St. Peter a Vatîkanê amadekariyên merasîma cenazeyê Papa Francis, didomin.
Berî merasîmê, gelek kesan cihên xwe li qadê girtine.
Merasîm dê li ber Bazîlîkaya St. Peter a li Vatîkanê destpê bike.
Li gorî Vatîkanê, di sê rojên ku Papa ber bi rêwîtiya wî ya dawî hatî şandin de û zêdetirî 250 hezar kes serdan kirin.
Her wiha gelek serokên dewletan û endamên malbata qraliyetê, Serokê DYE’ê Donald Trump, Prens William, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Qralê Spanyayê Felipe VI û Şahbanû Letizia û Serokê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva jî di nav de wê beşdarî merasîmê bibin.
Serokê berê yê Emerîkayê Joe Biden û Xanima Yekem a berê Jill Biden jî dê li Meydana St. Peter bin.
Di merasîmê de Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer, Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokkomarê Filîpînê Ferdinand Marcos Jr jî dê beşdar bibin.



