Piştî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê”, li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatî daketin kolanan û kêfxweşiyên xwe ji bo yekrêziya Kurdî nîşan da.
Piştî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê”, ya ku li Baxçeya Azadî ya Qamişloyê bi beşdariya 400 kesayetên siyasî û civakî yên ji tevahî Kurdistanê û Sûriyeyê hat lidarxistin, gelê li bajar û gundewarên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daket qadan.
Gel bi hildana alên Kurdî û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û kêfxweşiya ji bo encamnameya konferansê ku bi xurtkirina yekrêziya Kurdî tacîdar bûye, nîşan da.
Ev pîrozbahî kêfxweşiyên gel li hember pêkanîna yekrêziya Kurdî a rastîn nîşan dide, ku dê di avakirina Sûriyeya demokratîk a pirrengî de bibe alîkar.



