Dewleta Tirk li herêmên ku dagirkirinê polîtîkaya bişaftin û tirkkirinê dixe dewrê. Dewleta Tirk a dagirker piştî saziyên xwe, li herêmên dagirkirî dibistanan jî vedike. Herî dawî li Cerablûsê bi navê waliyekî mirî yê Tirkiye dibistanek hate vekirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, dewleta Tirk a dagirker 12’ê Çile, di salvegera mirina waliyê Tirk Ehmet Turgay Îmamgîller de li Cerablûsê bi navê wî dibistanek vekir.
Îmamgîller ku Enqereyê wî xelat kiriye û dibistan bi navê wî bi nav kiriye, cîgirê waliyê bajarê Dîlokê bû û di 12’ê Çileya 2019`an de li bajarê Cerablusê ku li wê derê wek berpirsê çalakiyên zanistî yên Tirkiyê kar dikir, mir.
Di vekirina dibistana amadehî ya bi navê Îmamgîller de, tevî waliyê Dîlokê û parlamenterên AKP’ê gelek berpirsên dewleta Tirk amade bûn.
Li dibistanên ku dewleta Tirk vedike bi zimanê Tirkî perwerde tê dayîn û li van dibistanan weke parçeyek ji plana guhertina demografiya herêmê û tirkkirinê xebat tên meşandin.