Li Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê girtinê hate birîn.
Danişîna doza Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan ku bi îdiayên “Alîkarî daye rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat lidarxistin.
Dadgehê bi îdiaya “alîakrî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê girtinê da Çinar Altan.
Ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara beraetê ango berdanê û ji bo îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 3 meh cezayê girtinê hate birîn û ev ceza hate taloqkirin.



