Li Holandayê nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvanên siyasî û civakî di konferansekê de hatin gel hev û li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê bi hev şêwirîn.
Konferansa şêwrê ya li ser Rojhilatê Kurdistanê 26 û 27’ê Nîsanê li bajarê Tilburg ê Hollandayê pêk hat.
Kombûn di heman dema konferansa ‘Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî a li Rojavayê Kurdistanê’ pêk hat.
Nûnerên gelek partiyên Rojhilatê Kurdistanê, çalakvanên siyasî û civakî tevlî bûn.
Konferans 2 rojan li ser 3 panelan hat rêvebirin û gelek axaftin hatin kirin.
Piştre amadekarên Konferansê nêrîn û pêşniyarên beşdaran di encamnameyekê de kom kirin.
Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs herî dawî diyar kir ku ew hêvî dikin, biryarên di konferansê bibe zemînek ji bo pêkhatiya yekîtiya li Rojhilatê Kurdistanê.



