Trump diva bû kuştina Suleymanî berî çend salan pêk hatiba

Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku kuştina Qasim Suleymanî divabû berî çend salan pêk hatiba.

Trump li Koşka Spî axivî û got: me terorîstê yekem di cîhanê de kuşt û şerm e kesek li dijî kuştina wî bisekine.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Wîlyam Bar diyar kir ku mafê serok heye biryareke wisa bistîne.

Bar eşkere kir, berya kuştina Suleymanî Koşka Spî danûstandin bi rêveberiya wî re kiriye û got: Suleymanî armanceke leşkerî ya rewa bû û kuştina wî jî karekî xweparastinê yê rewa bû.

Leave a Reply

Back to top button