Sergey Lavrov: Danûstandinên aliyên Lîbyayê bi ser neketin

Piştî wezareta derve ya Rûsyayê derketina Xelîfe Hefter ji Moskovayê ragihand, Lavrov herikîna çeteyan bo Lîbyayê piştrast kir. 

Piştî danûstandinên aliyên Lîbyayê yê li Moskovayê bi dawî bûn, Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand ku danûstandin bê encam bi dawî bûn.

Lavrov bal kişand ser kûrbûna aloziya Lîbyayê û got:

Di dema heyî de, ti dewlet li Lîbyayê tune ye û divê senaryoya Sûriyê li Lîbyayê dubare nebe.

SERGEY LAVROV:
TUNDREW JI IDLIBÊ DERBASÎ LÎBYAYÊ DIBIN Û NATO JÎ BERPIRSYAR E

Wezîrê Rûsî bal kişand ser şandina çeteyên dewleta Tirk a Libyayê û got, “Tundrew dev ji deverên xwe yê li Idlibê berdidin û ji wir derbasî Lîbyayê dibin.”

Lavrov her weha, NATO’yê jî weke berpirsyarê vê yekê nîşan da got:

“NATO’yê di 2011’an de dewleta Lîbyayê wêran kir û hîna jî em ji ber vî tiştên ne qanûnî eşê dikişînin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di dawiyê de, teqezî li ser pêkanîna danûstandinan di navbera herdu aliyan de kir.

Leave a Reply

Back to top button