Li Wanê girtiyên li ber mirinê nebirin nexweşxaneyê

Li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan zêde dibe.
Li girtîgehên Wanê, girtî ji ber xwarina ji wan re hate dayin bi jehrê ketin, lê tevî ku xeterî li ser jiyana wan hebû rêveberiya girtîgehê ew nebirine nexweşxaneyê.

Li girtîgehên Tîpa F û Tîpa T ya Wanê û li Gîrtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê ku girtiyên siyasî lê ne, her roj mafekî girtiyan tê desteserkirin.

Girtiyên li girtîgehên Tîpa F a Wanê û Ewlekariya Bilind a Wanê bi rêya malbatên xwe qala binpêkirina mafên mirovan kirin.

Malbatên ku destpêka meha Çileyê çûn hevdîtina vekirî diyar kirin ku ji ber xwarina ku dane girtiyan, girtî bi jehrê ketine.

Malbatan ragihandin ku hin girtî hatine ber mirinê, lê tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê ew nebirin nexweşxaneyê.

Li gorî ahagiyan, piştî ku dewleta Tirk li girtîgehan kovar, pirtûk û rojname qedexe kir û sohbetê jî qedexe dike.

Her weha lêgerîna bi rengekî tazîkirî ku yek ji binpêkirina mafên mirovan e, hîn jî dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button