Daxuyaniyên dewleta Tirkiyê yên li dij Konferansa Yekrêzî û Yekhwelsta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li dû hev derdikevin.
Vê carê, Wezareta Parastinê dibêje ku ew li dij Rêveberiya Xweser û hewldanên nenavendiyê li Sûriyê ne.
Wezreta Parastinê ya Tirkiyê idia dike ku ew qet qebûl nakin yekparebûna axa Sûriyê xerab bibe û ew ê li dij bisekinin.
Her wekî diyar dike ku ew li dijî herêmên Rêveberiya Xweser û gotinên derheqê nenavendiya Sûriyê de ne.
Berî niha jî Desthilata Şamê heman helwest nîşan dabû û konferansa kurdî wekî hewldaneke parçekirina axa Sûriyê bi nav kiribû.
Serokê MHP’ê Dewlet Behcelî jî gotibû ku ev gaveke li dijî yekîtiya axa Sûriyê.
Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî di konferansa 26’ê nîsanê de piştrast kir ku ev konferans ne ji bo parçekirina Sûriyê ye, lê belê ji bo xurtkirin û yekgirtina Sûriyê ye.



