35 GIRTIYÊN DAIŞ’YÊN ELMAN DI DESTÊ YPG’Ê DE NE

Çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî, bûne alozî û dozeke navneteweyî ku çare jê re hîn jî nehatiye dîtin.

Welatên peywendîdar ên ku hemwelatiyên wan di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne, xwedî li wan dernakevin û xwe bêdeng kirine.

Hevserokê Buroya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhelatê Sûrî, Ebdulkerîm Omer bang li Elmaniya kir ku hemwelatiyên xwe werbigirin.

800 çete ji 46 dewketên Rojavayî di nav de, bi giştî 2 Hezar û 700 çeteyên DAIŞ’ê di girtîgehên Bakurê Sûrî de ne.

Ev mijar demeke dirêj e di çapemeniya Almanyayê de cih digire û bang li Rêveberiya Belînê tê kirin ku welatiyên xwe werbigire.

Lê belê , xwe ker kiriye.

Hevserokê Buroya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhelatê Sûrî, Ebdulkerîm Omer ji rojnameyên ser bi Koma Medyayê ya Fûnke re axivî û ji Elmanyayê xwest ku li pêşberî rewşa DAÎŞ’iyan bêdeng nemîne.

Omer diyar kir ku ev çeteyên biyarnî ji bo wan barekî giran e û wiha got,

Em nikarin van çeteyan li herêma xwe bidin darizandin.

Omer xeteriya van çeteyan bi êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ve girê da û destnîşan kir ku, êrîşên Tirkiyê karê wan girantir dike, êdî mabûna van çeteyan di girtîgehan de zehmet e.

Beriya niha jî Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke اولا ليبكه gotibû ku, divê hikumeta federal têkiliyeke fermî bi hêzên Kurd re deyne û DAIŞ’iyên ku qala wan tê kirin bîne Elmanyayê.

Tê texmînkirin ku, hejmara çeteyên Almanî, yên li Sûriyê û Iraqê tevlî DAIŞ’ê bûn, hezar derbas kiriye.

Lê belê li gorî, Buroya Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, yek ji sê parên ‘Îslamiyên radîkal’ ên çûn Sûriye û Iraqê, careke din li Almanyayê vegeriyane.

Saziyên fermî yên Elman jî ragihandin ku ji sedî 35 welatiyên Elman in û herî zêde jî eslê wan Tirkî ne.

Gelek caran Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li DYA, Fransa û Elmanyayê kiribû ku bikevin dewrê û bi erka darizandina DAIŞ’iyên biyanî rabin.

Ev çete, di encama pêngavên Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî DAIŞ’ê de hatine girtin û bi dewamkirina Pêngava Bagera Cizîrê re hejmara wan ber bi zêdebûnê ve ye.

Leave a Reply

Back to top button