Îsraîlê êrişên xwe li dijî Lubnanê didomîne.
Balafirên bêmirov yên Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrişî erebeyekê kir.
Tê de 2 ji wan Sûriyeyî, 3 kes hatin kuştin.
Navenda Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku balafirek bêmirov a Îsraîlê li bajarokê Meys El Cebel a başûrê welat erebeyek kir hedef.
Li gorî wê, di encamê de kesekî lubnanî û 2 Sûriyî hatine kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA) jî piştrast kir ku “erebeyeke komkirina bermahiyan dema di navbera bajarokên Meys El Cebel û Peldayê de diçû, hat hedefkirin.
Di encamê de 3 kesên di erebeyê de hatin kuştin.”
Kanal 12 a Îsraîlê jî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, ragihand ku di êrişê de endamekî Hizbullahê hatiye kuştin.



