Îsraîlê li başûrê Sûriyê bi pêş de diçe.
Hêzeke Îsraîlê li parêzgeha Quneytirayê kete 2 bajarokan.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzeke Îsraîlê li bakurê parêzgehê kete nava 2 bajarokan.
Îsraîliyan li ser riya her du bajarokan bendeke kontrolê danî.
Her wiha li aliyê bajarokê Hezir, Îsraîliyan hemû rêyên girtin û tenê riyek vekiriî hişt.
Duh jî Israîlê 5 êrişên esîmanî li dijî Desthilata Şamê pêk anîn û ji Şamê xwest ku dev ji durziyan berde.



