Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E di 3’ê Gulanê de dest bi kampanya ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ dike.
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan anî ziman ku ji bo afirandina civaka demokratîk a li dora banga Rêber Apo wê nêrîna jinan werbigirin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Bi pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ ku ji hêla Dostên Gelê Kurd ve di 10’ê Cotmeha 2023’an de hatiye destpêkirin.
Di asta navneteweyî de çalakiyên mezin têne lidarxistin.
Beşeke mezin ji van çalakiyan jî ji hêla jinan ve têne birêvebirin.
Jin xwedî li modela azadiya jinê ya Rêber Apo derket û bi çalakiyan daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.
Ji Cotmehê ve li Tirkiyê nîqaşên li ser çareseriyê didomin û di hevdîtinên bi Rêber Apo re têkoşîna jinan derketiye pêş.
Rêber Apo peyameke taybet ji jinan re şand û girîngiya berxwedan û azadiya jinê careke din destnîşan kir.
TJK-E: Kampanyaya diyalogên jiyana azad 3 Gulanê dê destpê bike
Têkildarî mijarê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek bi vî rengî belav kir:
“Li ser daxwaza azadiya Rêber Apo, me di nav tevgera navneteweyî de kampanyayeke nû daye destpêkirin.
Kampanya ku wê 3’ê Gulanê destpê bike, wê bi navê ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ bê meşandin.”
Her wiha Berdevka Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Ayten Kaplan li ser kampanyayê ji ANF’ê re axivî.
Ayten Kaplan diyar kir ku Rêber Apo bi banga 27’ê Sibatê re înîsiyatîfeke girîng hildaye ser milê xwe û vê pêvajoyê dimeşîne.
Ayten Kaplan: iCvaka demokratîk tenê bi azadî û hebûna jinan pêk tê
Ayten Kaplan destnîşan kir ku ew dixwazin modela Rêber Apo belav bikin û ji gelek derdoran nerîn û pêşniyaran bistînin û got:
“Em ê di mijara jinê de platforman ava bikin, cihê jinan di nava civakê de nîqaş bikin, qebûlkirina nasname, îradeya jinê ya li nava civakî binirxînin.
Civakek demokratîk tenê bi azadî û hebûna jinan di civakê de dikare pêk were.”
Herêm wê dest bi amadekirina plansaziya xwe bikin û di 3’ê Gulanê de li gelek navendan wê meş bêne lidarxistin.”
Ayten Kaplan ragihand ku çalakî wê bi demê re berfireh bibin û banga beşdarbûna derdorên cûda di vê kampanyayê de kir û ew ê bi jinên Îranî, Asûrî, Suryanî û Ermenî re bixebitin
Wê li qadên xwecihî hevdîtin bêne kirin û îradeya jinê bigihîne hev.
Ayten Kaplan: Ji bo guhertin û veguhertinê divê jin tevlî nîqaşan bibin
Ji bo avakirina civakek demokratîk li dora banga Rêber Apo, em ê nêrînên jinan bigirin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
Di dawiyê de Ayten Kaplan li ser rola girîng a tevgera zadiya jinan di avakirina civakek demokratîk a rêxistinkirî de wiha axivî:
“Eger em dixwazin guherîn û veguherînê pêk bîn.
Divê em bi rêxistinên cuda yên jinan re hevkariyê bikin.
Em bang li jinan dikin ku tevlî van nîqaşan bibin.”



