KEÇEKE CIWAN JI ALIYÊ ÇETEYAN VE HAT REVANDIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirinên xwe li Efrînê didomînin.

Herî dawî ji 3’ê mijdarê ve keçeke ciwan ji bajarê Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji bajarê Efrînê ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker keçeke ciwan a bi navê Lava Mistefa (17salî) ji taxa Mehmûdiyê ji navenda bajarê Efrînê revand.

Çavkaniyan diyar kirin ku bi keça ciwan re zêr bi buhayê 350 hezar lîreyan hebûn.

Her wiha destnîşan kirin ku malbata Lava Mistefa serdana hemû navendên komên çete kirine lê ti agahî li ser çarenusa keça xwe negirtin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka dagirkeriya xwe li ser Efrînê ve, 145 jin revandine û çarenûsa wan heta niha ne diyar e.

Leave a Reply

Back to top button