Dem Partî, HDK û DBP’ê ji ber wefata Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureya Onder peyamên sersaxiyê weşandin û sersaxî ji gelên Tirkiyê, malbat û hezkiriyên wî re xwestin.
HDK’ê jî destnîşan kir ku hêviya aştiyê ya Sirri Sureyya Onder wê rêya wan ronî bike.
Dem Partî, HDK u DBP’ê ji ber wefata Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureya Onder peyamên sersaxiyê weşandin.
Di daxuyaniyan de wate û girîngiya têkoşîna Sirri Sureyya Onder hat destnîşankirin û peyamên domandina têkoşîna Onder hatin dayîn.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî têkildarî wefata Onder li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da û diyar kir ku mîrasa Onder aştî ye.
HDK’ê got:
“Şerê me wê ji bo pêkanîna xeyalên wî be. Hêviya wî ya aştiyê wê her tim rêya me ronî bike.”
Hevserokên DBP’ê: Em ê xeyalên Onder pêk bînin
Hevserokên DBP’ê Çigdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir jî cuda cuda peyamên sersaxiyê weşandin.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di peyama xwe de got:
“Onder li pey xwe azmekî têkoşînê û îradeyeke aştiyê hişt.
Em ê xwedî li vê derkevin û ji bo ku em karibin ew modela civakî ya ku xeyalê Onder bû pêk bînin em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”
Keskîn Bayindir jî behsa kesayeta Sirri Sureyya Onder kir û got:
“Her tim wê dii dil, têkoşîn û hafizaya me de cihê te hebe.
Ez sersaxiyê ji hezkiriyên wî, malbata wî û hemû gelê me re dixwazim.
Em bejna xwe li beramberî bîranîn û têkoşîna wî ditewînin.”



