Ji bo Sirri Sureyya Onder li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê, Li Swîsreyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aarau û Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê sersaxî tên qebûlkirin.
Li Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêrê ji bo endamê Şandeya Îmralî û Parlementerê DEM Partiyê Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder şîn hate danîn û sersaxî hate qebûlkirin.
Gelek nûnerên partiyên siyasî mîna Hîzba Komeleya Îranê, Hîzba Zehmetkêşan a Kurdistanê û Partiya Karkeran û Rencderan serdana nûnertiya HDP’ê kirin û sersaxî dan.
Li Aarau û Baselê ji bo Onder sersaxî hat danîn
Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li bajarên Aarau û Basel ên Swîsreyê jî sersaxî hatin qebûlkirin.



