Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê serkeftina berxwedana Tişrînê û bidawîbûna çalakiya nobetê ya pêkhateyên herêmê ragihand.
Rêveberiya xweser diyar kir ku berxwedana gel li ser bendavê li dijî dagirkeriya tirk zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî dewam kir û di parastina ax û destkeftiyan de bi ser ket.
Girseya gel wêneyên şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê, her wiha wêneyên nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ên ku 19’ê Kanûna 2024’an û rojnamevan Egîd Roj ê ku 15’ê Sibatê dema berxwedana bendavê dişopandin, di êrişên hewayê yên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, hildan.
“Li ser bendava Tişrînê pêkhateyên Sûrî li dijî dagirkeriya Tirk bûn yek”
Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwendin.
Rêveberiya Xweser şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê bi rêzdarî bi bîr anîn û hemû kesên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nobeta parastina bendavê de cih girtin silav kir.
Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman ve û ya kurmancî ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Swêd ve hat xwendin.
“Bendava Tişrînê bû navenda berxwedana niştîmanî ya Sûrî li dijî dagirkeriyê”
Rêveberiya Xweser da zanîn ku bendava Tişrînê bû navenda berxwedaneke niştîmanî ya Sûrî û wiha dewam kir:
Gelên herêmê li ser bendavê li dijî dagirkeriya tirk bûn yek.
Rêveberiya xweser di daxuyaniyê de da zanîn ku berxwedana bendava Tişrînê tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li hember her xeteriyekê nû dike.



