
Êrîşên li ser baregeyên Amerîka li Iraqê dewam dikin, îro di saetên şevê de êrîşek bi fûzeyan li ser baregeha El-Tacî ya li Bexdayê pêk hat.
Hat ragihandin ku êrîşeke berfireh bi moşekan li ser baregeha El-Tacî ya ku dikeve bakurê Bexdayê pêk hat.
Di vê baregehê de ku tê de leşkerên Amerîkî hene herî kêm 5 fûze lê ketin.
Li gorî artêşa Iraqê ti ziyaneke di encama vê êrîşê de pêk nehatiye.
Beriya niha ji ber êrîşên zêde li ser baregehên ku leşkerên Amerîkî tê de ne, hin karewanên Amerîkî gihiştibûn baregeha El-Tacî, tevî daketina balafiran.
BERDEVKÊ HIKÛMETA IRAQÊ WÎLYAM WERDE:
EM BI BIRYARA DERXISTINA HEMÛ HÊZÊN BIYANÎ RE GIRÊDAYÎ NE
Îro jî berdevkê hikûmeta Iraqê Wîlyam Werde destnîşan kiribû ku hikûmeta Iraqê bi pêkanîna biryara parlamentoyê ya ji bo derketina hemû hêzên biyanî re girêdaye.
Wîlyam Werde diyar kir ku wê Iraq ji bo mayîna hêzên Emerîka ya ji bo berdewamkirina tekoşîna li dijî DAIŞ’ê îmze nake.
Her wiha Lîderê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir ji bo derxistina leşkerên Emerîka ya li Iraqê banga xwepêşandaneke girseyî ya milyon kesî kir.