Agirbest hat şkandin û şer dîsan dewam kir

Piştî têkçûna danûstandinên li Moskovayê, agirbest hat binpêkirin û şerê navbera herdu aliyên şer ên Lîbyayê careke din dest pê kir.

Serokê Parlamena Lîbyayê Uqeyla Salih ragihand ku projeya agirbestê li Terablusê hat şkandin û şer li herêma operasyonan a rojavayî berdewam kirin.

Salih got:

Ji ber destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê û piştevaniya wê ji çeteyan re, Parlamen û Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê îmzekirina agirbestê red kir.

Serokê parlamenê, her wiha hikumeta Wîfaqê bi anîna dagirkeriya Tirk tawanbar kir.

Salih da zanîn ku wê NY ji nû ve meclisa serokatiyê ya hikumeta Wîfaqê ava bike û paşê wê were pêşberî parlamenê.

Ji aliyê xwe ve, berdevkê hêzên hikumeta Wîfaqê Mihemed Qinono artêşa niştimanî bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir û got:

Artêşa Hefter li derdora el-Remla û Selahedînê agirbest binpê kir û li ser asmanî Terablusê digere.

Ji bo vê jî, em amade ne û em ê bersiva wan bidin.

Leave a Reply

Back to top button