Şêwermendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiyakurd projeya dagirkeriya dewleta Tirk li sûriyê bibîrxist û wiha got:
Bi peymaneke siyasî QSD û artêşa Sûriyê dikarin ji Serê Kaniyê heta Idlibê li dijî dagirkerî û terorê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
ÇiyaKurd careke din banga diyalogên Sûrî-Sûrî kir û teqez kir ku projeya rêveberiya xweser çareseriya siyasiye.
Şêwermendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiyakurd der barê dagirkeriya dewleta Tirk li sûriyê ji ANF’ê re axivî:
Bedran Çiyakurd destnîşan kir ku projeya dewleta Tirk a dagirker a bingehîn perçekirina yekparebûna xaka sûriyê ye û anî ziman ku li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke civakî, keşkeî, siyasî û dîplomatîk heye.
Bedran Çiyakurd: QSD rêjîm ji Serê Kaniyê heta Idlibê dikare têkoşîna hevpar bikin
Çiyakurd piştgiriya xwe bi hewldanên bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk diyar kir û wiha got:
QSD’ê û artêşa sûriya dikarin ji Serê Kaniyê heta Idlibê li dijî dagirkerî û terorê têkoşîneke hevpar bikin.
Çiyakurd da xuyakirina ku têkoşîna leşkerî ya hevpar bi tifaq û peymana siyasî ya hevpar dibe û teqez kir ku tifaqeke navbera QSD’ê û artêşa sûrî wê Sûriyeyê xurt bike.
Bedran Çiyakurd: Çereseriya siyasî bi projeya Rêveberiya Xweser pêkan e
Şêwermendê Rêveberiya Xweser amdebûna xwe ji bo destpêkirina diyalogan bi şamê re diyar kir û daxwaz li Rûsiyayê kir ku bi rola xwe ya navbênkar bilîze.
Çiyakurd diyar kir ku divê projeya rêveberiya xweser, bi sazî, parastin û îradeya xwe bênaskirin û bi destûra bingehîn bê misogerkirin, çareseriyeke siyasî bi vî rengî dikare pêk were.