SANA: Ti lihevkirina ji bo şerê li dijî Kurdan çênebûye

Ajansa fermîya Rêjîma Sûrî SANA, ragihand, idiyên ku dibêjin “di civîna Moskovayê de li ser şerê li dijî Kurdan hatiye lihevkirin”, ji rastiyê dûr in.

Berî du rojan civînek sêalî navbera nûnerên Rêjîma Sûrî, Tirkiyê û Rûsya li Moskovayê pêk hat.

Li gorî idiyên Tirkiyê, Serokê MIT’a Tirk Hakan Fîdan û Serokê Buroya Ewlehiya Netewî ya Sûriyê Elî Memlûk li ser şerê li dijî Kurdên bakurê Sûrî li hev kiriye.

Lê belê Ajansa SANA’yê li gorî çavkaniyekî xwe teqez kir ku, ev idia ji rastiyê dûr in.

Her wiha destnîşan kir ku aliyê Rêjîmê ji Tirkiyê xwestiye, ji tevahiya axa Sûriyê derkeve.

Leave a Reply

Back to top button