Desteya Enerjiyê a Kantona Cezîrê Tora kehrebê ya di navbera Bendava Tebqa û Cizîrê de ji nû ve xiste xizmetê .
Niha jî amadekarî têne kirin ku kehrebe ji stasyonên veguherînê yên kantorê re were dabînkirin.
Piştî 6 rojan ji xebateke giran, xebatên tamîrkirin û sererastkirinê hat bidawîkirin .
Burcên hilweşiyayî hatin tamîrkirin û ceribandinên pêwîst hatin temamkirin.
Ji bo amadekariyên jinûve kehrebê bidin stasyonên veguherînê li herêmê.
Ev yek wê di îstîqrara tora kehrebeyê û başkirina asta xizmetkirina ji bo welatiyan de bibe alîkar.
Ev xebat, piştî şeva pêncşema borê 3 burcên kehrebeyê yên navendî ji ber bahoza tozê ya li herêmê hilweşiyan, pêk hat.
Di encamê de xeta sereke ya kehrebê ji xizmetê derket û kehrebe li herêmê qut bû.
Ruxmî rewşên avhewayê yên dijwar jî, lê tîmên tamîrkirinê xebatên xwe dewam kirin .
Ev hewldan, pabendiya desteyê ya pêşkêşkirina xizmetguzariyên kehrebê di nava rewşên avhewayê yên dijwar de, nîşan dide.



