Hêzên Asayişê da zanîn ku li Helebê 4 belavkar û bikarhênerên madeyên hişbir hatine destgîrkirin.
4 belavkar û bikarhênerên hişbirê hatin destgîrkirin
Hêzên Asayişê daxuyand ku di encama operasyonên wan de duh li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 4 belavkar û bikarhênerên madeyên hişbir hatine destgîrkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di operasyonan de li gel her çar kesan, gelek madeyên hişbir jî hatine desteserkirin ku wiha ne: 385 gram macûna heşîşê, 854 hebên Captagon, 81 hebên hişbir ên cureyên cuda û 70 ml mîsa krîstal.
Her wiha hate diyarkirin ku lêpirsîna li ser bersûcan û lêgerîla li bersûcên din ên endamên torê dewam dike.



