Li kampa Holê careke din agir bi konan ket, di encamê de jinek û zarokên wê ku ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ne, birîndar bûn.
Li kampa Holê şewat bi zêdetirî 7 konên di beşa ‘Muhecerat’ de yê jinên DAIŞ’ê ket.
Di şewatê de jinek ku nasnameya tirkî radike û zarokên wê şewitîn.
Li gorî agahiyan, şewat ji aliyê jinên DAIŞ`î hatiye pêxistin.
Têkildarî mijarê berpirsên ewlehiyê ragihand ku şewat şevê din saet di 23:00`an de li beşa malbatên çeteyên DAIŞ`ê pêk hatiye.
berpirsan piştrast kir ku hin jinan madeya kaz li konan reşandiye û agir bi konan xistiye.