Li Şengalê, bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Jinên Êzidî meşek lidarxistin û gotin em weke jinên Êzdî deyndarê Rêber Apo ne, hete Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe emê her li qada bin.
Meş bi durişmeya “Rêber Apo bixwîne û bide xwedin” bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hate lidarxistin.
Girseya meşê ji şaredariya gel ya Sinûnê destpêkir û li çarxeriya Mam Zekî veguherî mîtingê.
Têkildarî meşê endama komîteya dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî axivî.
Suham Şengalî piştgirî da “Banga aştî û civaka demokratîk” û got:
“Divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo mezin bikin.
Lewma em herkesê vedixwînin tevlî kampanyaya, ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’bibin.”



