Li Sûdanê şerekî çekdarî 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn

Piştî rakirina hikumê Ixwan el-Muslimîn li Sûdanê, careke din ev tevger serî hildide.

Di şerekî yekîneyên ajansa istixbaratê û hêzên artêşê de, 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Der barê vê de, Ser-erkanê Artêşa Sûdanî Mihemed el-Husên teqez kir ku hemû avahiyên istixbaratê êdî di bin kontrola artêşê de ne.

Li gorî agahiyan, ji ber desthilatan bidawîkirina xizmeta van yekîneyan ragihandibû, şer rû da.

Meclisa demkî ya Sûdanê:
Em ê nehêlin darbeyeke leşkerî çêbibe

Ji aliyê xwe ve, serokê Meclisa Demkî ya Sûdanê Ebdulfetah el-Birhan anî ziman ku ev kes dixwazin şoreşa Sûdanî têk bibin û ew ê nehêlin ti darbeyên leşkerî li Sûdanê pêk were.

Artêşa Sûdanî, şeva Sêşemê ragihandibû ku, piştî rûdana vê şerî, wan karîbû desteya operasyonan li Kafûrî li bakurê Xertûmê kontrol bikin.

Ajansa istixbaratê Sûdanî jî teqez kir ku wan ev yek kontrol kir û êdî rê li ber jirêderketina yekîneyên desteya operasyonan hat girtin.

Ajansê, her wiha diyar kir ku endamên tundrew çekên xwe jî radest kirin.

Leave a Reply

Back to top button